
Wexta Sûrî hîna dengûdar û qerebalix e bi bûyeran, Sûrî di dirêjahiya saetê de, rêgeha bûyeran bi şahî, evîn, êş û xem dişopînin, ku hîna gorên komî şahiya azadiyê şêlû dike, her wiha hîna deverên hilweşandî jî dilşadiya yên vedigerin welat û malên xwe alûde dike.
Kêmtir ji mehekê bi ser rûxana rejîmê re derbas bûye û laboratuara Sûrî hîn bi awayekî çalak û bi hêz kar dike, di nav de têkeliyên xwe dike û bala herêmê û cîhanê dikişîne, li ser asta ewlehiyê hîn jî kar ji bo çarekirina rewşa endamên rejêma têkçûyî, bi hemû wateya peyvê û bi taybetî di şopandina wan kesên ku hizir li ser ragirtina çekên xwe dikirin, ji bo amadekarîya sabotajên ferdî yan jî ji bo bersiva sînyalên rêberê Rohî. Ev operasyona ewlekarîyê, mixabin, her tim ne li gorî prensîbên rêvebirî, yasayî û reftarî pêk tê, ku divê dezgehên ewlekarî yên dewletê yên bi hêz cuda bikin, ku hin caran em bipêkirinên pîşeyî derheqê hin kesan an derdorên civakî de dibihîzin, tevlî ku lêpirsîna hin reftaran tê kirin, divê rêxistinên mafên mirovan û sivîl hemû binpêkirinan bişopînin û agadariya wan bike, bi sûdwergirtina ji wê yekê ku desthilata nû amade ye gilî û sererastkirinê werbigire. Ji ber girîngiya wê ya di parastina aştiya navxweyî de, divê ti carî girîngiya vê dosyayê neyê piçûkirin.
Di asta karê rêvebirî de, hîna hin rênimî û erkdarkirinên bê pilan têne derxistin, ku hin caran jî hin ji wan têne paşguh kirin, wek mijara serrastkirina korsên dibistanan, her wiha carnan jî bi alternatîfên erênî tên guherin, wek erkdarkirina hin jinan di postên girîng ên rêvebirênê de.
Li ser asta leşkerî, baş xuya dike, ku em hizra ji hevxistina komên çekdar û veguhertina wan di artêşeke niştimanî de bipejirînin, lê ne baldariya ku artêş hêmanên jêhatî ji serbazên veqetiyayî an serbazên ku destên wan bi pîsîtî nebûne û xwîna Sûriyan yan jî hêzên din ên leşkerî li Bakur-Rojhilat yan Başûrê Sûriyê, ev hemû nûnertiya niştimanî ya artêşa Sûrî ya pêşbînkirî lawaz dike, bi taybet bi derketina komek serbazên, ku ji esas de ne sûrî dîmenê leşkerî.
Li ser asta xebata neteweyî ya giştî jî, ji ber nebûna nêrînek zelal ji bo projeya veguhestina siyasî, her wiha carnan jî tevliheviya di navbera wê û heyama bi rêvebirna xebetê de û ji bo mijara Konferansa Neteweyî û Destûra bingehîn, hîna jî bê pilanî serdest e.
Di heman demê de, tê ravekirin, ku girîngîdayna Erebî û navdewletî ji rewşa Sûrî re, bi nebûna vîna derneketina qada girîng ya Sûriyê re ye, ku bibe qada lîstikê, ji bo yek an du aliyên herêmî, lê bi nakokiyên herêmî û cîhanî piştî rûxandina tewera berxwedanê, têkçûna Îran û Hizbullah û paşketina rola Rûsyayê jî.
Tiştê ku li vir ji me re girîng e, sûdwergirtina ji vê girîngîdayînê, ku girêdayî rola wê ya erênî di alîkariya serkeftina ezmûna Sûriyê de ye, bi rêya xebata li ser çareseriyeke siyasî ku hemû Sûriyan di nava xwede digire, eger axaftina Rojavayî carnan behsa pêkhateyên gelê Sûriyê bike. Her wiha axaftina wezîrên Almaniya û Fransa di serdana xwe ya dawî de tekezî li ser berfirehbûna çareseriya siyasî û giringiya wê kir, her wiha li ser rola Sûriyan bi giştî, bêyî ku ferqa koka etnîkî, olî û mezhebî, ango bi zelalî li ser têgeha hemwelatîbûnê li Sûriyeya demokratîk, ku nenavendî dê alîkariya wê bike û gelek pirsgirêkên xwe çareser bike û yekgirtî bimîne li ser bingehê nasnameya neteweyî ya Sûrî.
Desteya rêvebir a Rêgeha Demokratîk
05-01-2025