
Rêgeha Demokratîk Û Erkên Wê
Piştî ku dîktator revîya û rejîma zordar hat rûxandin, Sûriyê di qonaxeke dîrokî ya girîng re derbas dibe, bi taybet, bi kontrolkirin û yekdestdariya “Heyet Tehrîr el-Şam” û hevalbendên wê ji komên Îslamî yên desthilatê, her wiha erkdarkirina Ehmed El-Şeraa xwe, weke serokê demkî ji bo demeke nediyar û xwe erkdarkirina ji bo sazkirina hikûmeta veguhêz û komîteya destûrî bi dirûşma “Yê ku azad dike biryarê dide”.
Ev dîmen nîgeran û tirsa hemû Sûriyan zêde dike, ne tenê ji ber teybetmendiyên rejîma ku bi rêyeke zelal, ber bi desthilatdariya olî ya zordar ve diherike, lê her wiha ji ber bijardeyên wê yên dibe ku welat ber bi rêgehên metirsîdar ve bikişîne, bi taybetî:
- Parçebûna kûr di navbera pirojeya neteweya demokratîk û pirojeya olî ya zordar de.
- Dûrxistina hêzên siyasî û sivîl ji cihê bûyerê û ferzkirina rewşwkw nû.
- Hewldana ferzkirina nêrîneke yekalî ya desthilatê ku cihêrengiya Sûriyê paşguh dike û prensîba hevpariya niştimanî ji holê radike.
Di çaxa nebûna diyalogê bi hêzên siyasî re, lê belê dûrxistin û paşguhkirina wan û belkî jî tam pêşîgirtina wan, ev meyl paşerojeke tarî nîşan dide, ku Sûriyê ji stemkariya siyasî vediguhere stemkariya olî, bê garantî ji bo azadiyên giştî û taybet.
Metirsiyên rewa îro, di windakirina azadiyên siyasî û sivîl de tên nîşandan. Piştî xilasbûna ji zordariyê, ji mafê Sûriyan e, di bin saya yasayeke dadmend de bijîn, ku maf û azadiyên wan ên bingehîn diparêze, yên herî girîng ev in:
- Azadiya raman û derbirînê bêyî tirsa ji zext û zordariyê.
- Azadiya damezrandina partî û komên siyasî ji bo beşdarbûna di nexşandina paşeroja welat de.
- Mafê xwenîşandana aştiyane, ku bibe alîkar jibo bidawîkirina bobelata niştimanî ya ku Sûriyê di hemû astan de jiyan dike.
Her wiha vegera her cûreya zordariyê, çi bi rengê berê an bi forma nû be, bi çi bihaneyê be, nayê pejrandin. Sûriyan bedelên giran ji bo azadiya xwe dan û piştî hemû van qurbaniyan, nikarin dev ji mafê bingehîn berdin, ku jibo wî têkoşiyane, her wiha bi sed hezaran şehîd, girtî û windayî pêşkêş kirine.
Ji nû ve avakirina Sûriyê bêyî beşdariya hemû gel û hêzên siyasî pêk nayê, ku ji nû ve avakirin ne tenê pêvajoyeke darayî û aborî ye, lê belê pirojeyeke neteweyî ya berferehe, ku ji nû ve xweyî pêwîst dike, piştre:
- Diyalog û civînên niştimanî yên berfereh ku hemû hêzên siyasî û civakî di nav xwe de dihewîne, dibe sedema lihevkirina siyasî û misogerkirina beşdariya hemû Sûriyan di avakirina paşeroja xwe de.
- Dmezrandina qonaxeke veguhêz a demokratîk, ku bi hemû şêweyan stemkariyê bişkîne.
Di rûbirûbûna metirsiya rasteqîn a çespandina desthilatdariya zordar a olî bi şêweyek nû, bi rijda li ser dûrxistina hêzên siyasî û civakî ji jiyana giştî, pêwîstî bi rêxistinlirina rêgeha demokratîk wekî çarçoveyek komî heye, bi armanca:
- Rêxistinkirina refên hêz û kesayetên neteweya demokratîk û xurtkirina rola wan a siyasî.
- Parastina azadiyên giştî û mafên mirovan di Sûriyeya pêşerojê de.
- Xurtkirina hêzên sivîl û siyasî ku rola xwe di nexşandina rêgeha welat de bilîzin.
Îro berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partî, kesayet û hêzên demokratîk û ev berpirsyarî di van xalan de ye:
1-Yekbûn li dor armancên zelal û hevbeş, ku rê nadin ti alî yekdestdariya desthilatê bike.
2-Afrandina eniyeke yekgirtî ya demokratîk ku bikaribe rûbirûbûna kêşeyên heyî bike.
3-Tevlîbûna aktîf di nivîsandina paşeroja Sûriyê de, bi nêrîneke siyasî li ser bingeha azadî, dadmendî û demokrasiyê.
Ti bijareya Sûriyan tune ye, ji bilî ku dewletek demokratîk û piralî ava bikin, ku tê de her kes di biryardayînê de hevpar bin û tê de rêz ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn re were girtin.
Li gor tiştên ku hatine rêz kirin, Rêgeha Demokratîk ne tenê bijarde ye, lê belê pêwîstiyeke neteweyî ye ji bo rêgirtina dûbarekirina zordariyê bi formeke nû û dabînkirina avakirina Sûriyeke azad û demokratîk ku tê de cihê hemû gelê Sûriyê hebe. , bê dûrxistin an paşguhkirin.
Desteya Rêveber
Rêgeha Sûriyeya Demokratîk
2 Sibat 2025