
Piştî mehekê ji rûxandina rejîma Sûriyê, tê dîtin ku desthilata demkî hewlên xwe yên endîzekirin û bihêzkirina desthilata xwe didomînin, bi erkdarkirina kesayetiyên ji rêvebiriya xwe ya Idlibê an serkirdayetiya Heyet Tehrîr el-Şam an komên çekdar ên jêve nêzîk, her wiha ketina nava peywireke ku ne hêsan xuya dike, daku komên çekdar ji hevbixin û tevlî nava artêşek niştimanî bikin, bi diyarbûna tevliheviya vê mijarê, di derbara QSD, Hêzên Başûr de û belkî jî, yê binavê Artêşa Netewî yê nêzîkî Tirkiyê. Ev yek bi erkdarkirinên leşkerî yên din re bû, ku tê de israra jibo hêzdana desthilatdariya xwe û bijartina kesayetên ji HTŞ xuya dibe û berdewamiya paşguhkirina ezmûna leşkerî ya “bi rêkûpêk”, her wiha hate gotin, ku di nava wan bijardeyan de kesên biyanî jî hene.
Di van demên dawî de hewldanên navxweyî û derve ji bo pêşxistina peywendiyan û aramkirina gumanan di her du astan de zêde bûne. Her wiha daxuyaniya Geir Bêdirson a dawî ya ji bo Meclîsa Ewlekariyê bi zimanê xwe yê taybet, ev hemû mijar destnîşan kirin.
Astengiyên ku rûbirûyî van desthilatdaran dibin, diyar û zêde dibin, bi taybet, bi diyarbûna qelsiyaa kanînên HTŞê yên ji bo dubarekirina ezmûna xwe û veguheztina peykerên xwe ji Idlibê bo Dîmeşqê. Her wiha ya herî girîng, li hundir û li derve, mirov dikare wiha bi kurtasî bibêje
Yekem, bi yekîtiya ax û serweriya neteweyî ve girêdayî, bi hebûna siyaseteke Tirkiyê ya serbixwe bi armancên xwe yên stratejîk li Bakur, ku hêzên wê yên serbixwe jî hene; her wiha li Bakur û Rojhilat ezmûneke taybet û ta radeyekê cih girtiye ya Rêvebiriya Xweser heye, ku dîrokeke leşkerî di şerê li dijî DAIŞê de, bi hevalbendiya Amerîka û hevalbendên wê re çêkiriye, ku heta niha bi serkeftî danûstandin pêre nebûye, tevî nîşaneyên berevajî yên jibo aramî û paşxistinê têne kirin û dilşakirin jêre tê kirin. Her wiha nerûbirûbûna şerê veşartî bi Hêzên Başûr li Dera û Swêdayê re, Ligel kêşeyên Israelisraîlî li ser erdê bi rengekî bêrûmet û rûreş ji hêla erdnîgarî û belkî ji hêla demografîk ve pêşve diçin û berfireh dibin, di berdêla de jî bêdengiyek xerîb heye.
Duyem, tiştê ku bi vegerandina nîşaneyên jiyana asayî ya dewletê ve girêdayî ye, wek çalakkirin û sererastkirina saziyên fermî, pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re, baştirkirina drefetên jiyanî û piştre jî beşdariya wan a civakî, aborî û siyasî. Her wiha di vî warî de pêşketin heye, ku welatî dixwazin baweriya xwe pê geş bikin, lê belê wê cûdahî paşê zêdetir derkeve hole.
Sêyem, kêşe li hember yekîtiya neteweyî, aramî û ewlehiyê, bi zêdekirina wêrekiya gilî û çalakkirina li beravê û Humsê, bêyî paşguhkirina sorkirina paşmahiyên rejîmê û bandora Îranî ya mayî. Di heman demê de zêdebûna dubeniyan di navbera semta xwezayî ya HTŞ û endamên wê de, ji bo ferzkirina îslama radîkal û taybetmendiya civaka Sûrî û dîroka wê ya medenî”.”
Çarem, têkçûna vexwendina bidestçêkirî ya yekem, jibo Kongireya Diyaloga Niştimanî, ku tê de HTŞ xuya bû, weke ku ber bi pêkan û formalîzmê ve diçe, li ser hesabê cidiyeta ku radigihîne û welatî daxweza ku desthilatdarî îsbat bike dikin. Her wiha kêmasiyek diyar, ku hêz û kesayetên siyasî û sivîl, ên ku welat pê dagirtî ye hatine paşguhkirin, li hundur û li derve… û diyar e ku desthilatdarên nû ber bi paşguhkirina rola opozîsyona “derveyî” diçin. ku bi ti awayî ji Îtilafê û yên wekî wê re sînordar nîne. Gotin hene ku kongire hîn jî li ser maseyê ye, bêyî ku nîşanên ti guhertinek bingehîn di nêzîkatiya esasî de diyar bike, yaku dê ne alîkar be.
Pêncem: Pêşveçûneke girîng di warê peywendiyên derve de heye, ku heta radeyekê bi Urdin û Iraqê re û heta bi Lubnanê re jî soz dide, lê ji Tirkiyê û daxwazên wê nerehet e û hîn jî bi Ewropa û welatên din ên cîhanê re kêm e, heya ku semtên ji bo rakirina beşî an demkî ya sizayan neyên piştrastkirin. Hêza dewleta Sûrî ya nexweş berdewam dike û baştir dibe. Pêdiviya wan semtan bi wêrekiya ji bo rûbirûbûna xwe û tekezkirina kanîna guhertinê di warê bîrdozî de û hebûna biyanî ya diyar li kolanên Sûriyê heye. Her wiha nerimerê ne tenê cil û berga ye.
Her wiha girîng e ku civaka Sûrî, bêhin û dilgermiya jibo bikaranîna siyasetê û baldariya di karûbarên giştî de û vegerandina wêrekiya xwe, berçav bigire.
Ev yek serekî ye, lê belê, li hember van kêşeyên navborî û cûrbicûr têr nake û ne bi tena serê xwe dibe sedema peydakirina şert û mercên guncaw ji bo Sûriyan, daku dewleteke sivîl û nûjen ava bikin.
Desteya rêvebir a Rêgeha Demokratîk
13-01-2025