
Ronîkirina erkdarkirina Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) (Serokê 47-an) pir girînge, her wiha gengaziya bicihanîna rêveberiya wî ya nû li ser cîhanê çi nîşan bide. Û girîng e em bimeyzînin biryara lêborîna 1,500 kesên ku di dadgehê de hatine tewanbarkirin an sûcdar kirin, di êrîşa li ser avahiya Capitolê ya (DYA)yê di 6ê Çileyê 2021ê de û Axaftina wî li ser Gronland, Kanada, Kanala Panama û biryara wî ya kirpandina siyaseta koçberiyê, di nav de bicihkirina leşkerên Amerîkî li ser sînorê Meksîkayê, lê ya herî girîng, ji nêrîna me. Axaftina derbara bidawîkirina şeran li cîhanê ye.
Her wiha girîng e, ku Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî/Beşa Operasyonên Leşkerî birêz Esed El-Şeibanî beşdarî Foruma Davosê bibe, her wisa pir girînge civîna generalê Kurd Mazlûm Ebdî ligel Fermandarê Rêvebirnên Operasyonên Leşkerî. Birêz Ehmed El-Şeraa, lê ji van hemûyan girîngtir jiyana siyasî ya ku li seranserî erdnîgariya Sûriyê dest bi pêşketin û geşedanê kiriye û encamên wê li ser karên vê desthilatdariyê, ku dema dengên li dijî wê dibihîse, biryarên xwe paşde vedikişîne, wek biryara lidarxistina konferansa niştimanî û paşê paşxistina vê konferansê, deriyê siyasetê li Şamê vebû û em bawer û hêvîdar in ku neyê girtin, her wiha ne pêkan be were girtin.
Li welatekî ku ji ber zordarî û hovîtiya pênc dehsalan wêran bûye, deh salên wî yên dawî xwînertirîn bûn û birhanên rûyê rast ê juntayê ku welat şewitand û mîras û depoyek mezin a nefret û kînan hişt.
Di van rojan de em dibin şahidê maşîneya nefretê ku jehra nefretê li her derê li ser termê welatekî wêrankirî belav dike û ji me hemûyan tê xwestin ku ji berpirsyariya xwe ya takekesî û komî li hember gel û welatê xwe li ber xwe bidin û dadmendiya giyanê bi hezaran qurbaniyan pêk bînin.
Li vir û wir, yên ku me diavêjin kendê hene, di şerên navxweyî de serketî nîn e, vekirina deriyên wan hêsan e, lê girtina wan dijwar e, hin ber bi agirê mezhebî ve dehf dikin û hin deriyê tolhildana kesane vedikin, hinek zîhniyeta milîtaniyê bicihdikin û hinek jî bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn dhfa rûbirûbûna di navbera Beşa Operasyonên Leşkerî û Hêzên Sûriya Demokratîk de dikin, hevpar ji bo dhfa welat ber bi kendê ve.
Bê guman yasaya qurbaniyan mafek e û dadmendiya veguhêz rêgeha rast e, ji bo pêkanîna wê, bêyî em ji bîrbikin, ku tolerans û lêborîn bingeha wêrekiyê û stûna avakirina rasteqîne ya civakek e ku tê de hezkirin geş dibe û nefret were jinav birin.
Werin em bi hev re rawestin û tekez bikin ku me waneya zordestiyê baş girtiye. Êdî bihaneye şaştiyan û rûdanên tekeksî ne înan e. Li hemberî van bûyeran divê em dengê xwe bilind bikin, çanda tolhildanê û êşkencekirina welatiyan, astengek ji bo rizgarkirina welat ji encamên dijwar.
Hemû gel, piranî û kêmanî, netew, mezheb û ol, ji bo aramkirina tirsên xwe, pêwîstiya wan bi piştrastiyê heye, ji desthilata dîfaktoya li Dîmeşqê heye, azadiyên giştî Karê her kesî ye û pirsa Kurdî berpirsiyariya hemû Sûriya ye, her wiha her mijar bi çûk an mezin be karê her kesî ye û rêya herî kêm jî rêya diyalog, aştî û lihevkirinê ye, her wiha bila xwediyên kofiyan dema bi siyasetê biaxivin kofiyên xwe bidin alî, û dema ku hilgirên tivingan behsa siyasetê bikin, bila tivingên xwe bidin alî, ku di dawiya vê serdema bi êş dive hemû hîsdarê serkeftinê bin, ev welatek têra hemûyan dike.
Em di wê baweriyê de ne ku welatê me wê ji bo xwe û gelê xwe bi ser bikeve.
Desteya Rêveber
Rêgeha Sûriyeya Demokratîk
26 Çileyê Pêşîn 2025