
Daxuyanîya Nexşerêya Demokratîk a Sûrîyayê derbarê Kongireya wê ya damezrênerî
Di dîroka 25-26 Cotmehê de kongireya damezrênerî ya Nexşerêya Demokratîk a Sûrîyayê hat lidarxistin, bi beşdarîya 128 kesan, çi hebûna meydanî û çi bi rêya online, ku ew nûnertîya hêz û kesayetên demokrat ên li Sûrîyayê û li derve dikin. Beşdar bi girîngiya sîstema federal di çespandina jiyaneke siyasî ya berhemdar û jiyandar de bi bawer in.
Kogire di rewşên pir dijwar û xeternak de pêk hat, ku welat di warê praktîk de bi sedema destêwerdanên derve û yên leşkerî û berberîyên hundirîn tê parçekirin. Dagirker jî gefê li ser yekîtiya niştîmanî çê dikin, piştî dem û dewrên dûvûdirêj ên zordarî û sitemkarîyê bi destê rejîma sitemkar a ku jiyana siyasî qedexe kir û civak ji karê siyasî bi dûr kir bi rêya hemû awayê tundûtûjî û zordarîyê û kûrkirina parçebûnê, li ser astên netewî, olî û tayifgerî, ji bo piştgirîkirina desthilata xwe ya nerewa, ji bilî rewatîya darêzorê.
Çaxê şoreşa Sûrîyan di Bihara 2011ê de dest pê kir, rejîma hêrs û har bû û gefa xwe bire serî û welat bi temamî şewitand. Tundûtûjî bû sedema tundûtûjîyeke din, di encamê de welat kete dava çekdarîyê û îslamîkirinê de, di vê navê de jî, hêzên terorê (DAIŞ û Nesra), û milîsên Îslamî xwe kirin destekên dewletên cîran û hin hêzên li herêmê.
Hevdem ligel bûyer, pêşketin û pêvajoyên navdewletî û herêmî, yên ku me bi rewşeke pir aloz û tevlîhev, ên ku dibe bandorê li ser nexşeya hêzê bikin, rû bi rû dihêlin, ku alozî û tevlîhevî gelek cihan li cîhanê didin ber xwe, wekî şerê Rûsya li dijî Ukranîya, destdirêjî û êrîşên Turkîyayê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, milmilanîya xwînî ya li Xezayê û Lubnanê û rewşa alozîyê di navbera Îran û Îsraîlê de ya ku hîn hemû rehend û sînorên wê diyar nebûne, lewra divê siyaseta xwe ji nû ve binirxînin û li gorî pêşhatî û guhertinên nû xebatên xwe ava û nûjen bike.
Kongire teqez dike ku heta Sûrîya careke din rêya pêvajoya demokratîk bigire divê ev rastî bên li berçavgirtin û ji bo vê yekê emê xebatên xwe bixin xizmeta van rastîyan de:
– Parastina yekîtîya gel û xaka Sûrîyayê bê parastin, ji ber ev yek bingeha her çareserîyeke siyasî ye, û divê ev yek bibe bingeha her proseseke danûsandin û gotûbêjan.
– Çespandina guhertina siyasî y bi rêya Neteweyên Yekbûyî û li gorî biryarên navdewletî, bi taybetî biryara 2254, berfirehkirina nûnertî û delegeyên Sûrîyan û sererastkirina vê yekê li gorî çavçoveya qanûnî ji bo pêkanîna lihevhatina siyasî.
– Teqezkirin li ser nasnameya niştîmanî ya Sûrî, ya ku di ser hemû nasnameyên din re ye û hemû nasnameyên biçûktir himêz dike.
– Pêvajoya demokratîk bi xurtkirina jinê geş dibe û bi pêş ve diçe, û bêyî reçavkirina vê rastîyê guhertin ne pêkan e. Ji ber ku ev sedsal sedsala wekhevîya regezî ye, lewra divê em di nava vê rêbazê de bin.
– Teqezkirin li ser rola ciwanan û misogerkirina beşdarîya wan di biryardayînê de û li ser girîngîya hebûna nûnerên ciwanan di desteyan de ji bo mifawergirin ji karîn û zîrekîyên wan.
– Girîngîya avakirina sîstemeke nenavendî ku hûrgilîyên wê bi rêya diyalog û danûstandineke giştgîr di navbera hemû alîyan de, ji bo misogerkirina mafên hemû pêkahateyên gelê Sûrîyayê û rêgirtin li ber dûbare serhildana sitemkarî û zordarîyê.
– Cudakirina ol û dewletê û misogerkirina bêalîbûna dewletê di warê olî de.
– Avakirina Komara Sûrîyayê û parastina mafên takekesan û koman bi hewceyî hebûna bingehên destûrî ye, yên li ser esasê biryar û peymanên navdewletî, û divê berîtî ji qanûna navdewletî û peymanên navneteweyî, nexasim Qanûna Navdewletî yan Mirovî – Cinêv 1949, re be.
– Dîmokrasî misogerî û grantora bikêrhatina jiyana siyasî ya Sûrî ye, ku ew jî li ser bingeha pirrengî û zengînîya civakî ye, bi awayekî ku ew bidestanîna encamên herî baş li ser astê Sûrî misoger bike.
– Teqezkirin li ser çareserkirina pirsa Kurdî li gorî peymanên navdewletî û garantîkirina mafên pêkhateyên din.
Nexşerêya Demokratîk a Sûrîyayê, li ser bingeha xalên derbasbûyî, destekê dide gavên rêxistinkirin û hevgirtina demokratxwazên Sûrî, bi armanca avakirina kongireke niştîmanî ya giştî, li jêr serpereştîyeke navdewletî û herêmî, ku hemû hêzên demokratxwaz ên bi siberojeke geş ji welat re bi bawer in bicivîne, li ser bingeha lihevkirin û rêzgirtina hevdu, dûrî necadperestî û jiberçavkirinê.
Kogireyê di dawîya rûniştinan de biryar li ser belgeyên pêwîst mîna projeya siyasî û rêbaz û nexşerêya pêvajoya siyasî da, ev yek jî piştî nîqaşkirina rewşê bi berfirehî û pêkanîna guhertinên pêwîst, herwiha emîndarîya giştî ya Nexşerêya Demokratîk a Sûrîyayê hat hilbijartin, ya ku dê biryaran bişopîne û plana kar bi cih bîne, piştî rêxistinkirina karûbarên Pêvajoyê ji bo bidestanîna armancên ku dê li gorî biryar û encamên kongireyê bên destnîşankirin.
Bijî Sûrîya azad, yekgirtî, demokaratîk û nenavendî
Serfirazî ji bo şehîdan, tevaya şehîdan
Azadî ji bo hemû zindanî û azadîxwazan
26ê Cotmeha 2024ê
Emîndarîya Giştî ya Nexşerêya Demokratîk a Sûrîyayê