
Sûriye di navbera veguherînên siyasî û derfetên aramiyê de: xwendina qonaxa nû
Sûriye şahidê qonaxeke siyasî ya nû ye, piştî ku Ehmed El-Şeri xwe serokê welat da raghandin, di gaveke ji nişka ve, ku dîmenê siyasî yê hundir û derve ji nû ve çêkir. Bi zêdebûna çalakiyên dîplomatîk ên herêmî û navdewletî re, wisa xuya dike ku Sûriye derbasî qonaxeke veguhêz dibe, ku dibe ku deriyê aramiyê veke, lêbelê di nava xwe de aliziyên mezin radike.
Ji dema ku Şeri wek serok hat ragihandin, Sûriyê bûye şahidê guhertineke di asta pejrandina erebî û navdewletî de, ji ber ku bangên Misir û Cezayîrê diyar bûn, ji bo danûstandina bi rewşa nû re, ligel daxuyaniyên Ewropî, yên ku pêkana piştgiriya siyasî ya bi şert nîşan didin.
Serdana Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed ji Dîmwşqê re xaleke veguherînê ya berçav bû, ji ber ku ev yekem car e, ku berpirsekî di vê astê de piştî rûxana Esed seredana Sûriyê dike, ku ev yek hebûna lihevhatinên, ku dibe li pişt perdeyê çêdibin nîşan dide.
Tevlî ku hin hêz, hîna jî bi nêzîkatiyeke hişyarbûyî piştgirîkirina tam a Şeri dikin, lê meylek giştî heye, ku asta kanîna serokatiya wî, ya ji bo pêkanîna aramiya rastîn biceribînin.
Xuya dike, ku Şeri hewl dide hevsengiyek hestyar di navbera tewereyên herêmî de, bi taybetî di navbera Riyad û Enqerê de birêve bibe, ku derfetê dide wî, ku bikeve nav nakokiyan an jî sûdê ji her du aliyan werbigire, bêyî ku bi şêweyek tam alîgirê aliyekî be.
Ji nîşaneyên erênî, vegera hejmarek ji şêniyê Efrînê bo wê ye û axafitina başbûna rewşa ewlekarî li wê derê, ligel berdewama diyaloga di navbera Şari û Ebdî de, di derbara şêweyekî nenavendîbûnê de, ku pêngavek dibe ku bibe alîkar, daku ji her pevçûnên leşkerî yên nû dûr bikevin.
Tevî ku daxuyaniyên erênî, di derbara daxwaza hikûmeta nû, ji bona vekirina bi ser herêmên li derveyî kontrola wê hene, wek Swêda, Deraa û Bakur Rojhilatê Sûriyê, lê belê ev daxuyanî hîn jî nehatine pêkanîn, bo gavên pratîkî yên zelal, ku dibe nîşana astengiyên hundirîn, ên ku rê li ber standina biryarên bilez di vî warî de digirin.
Yek ji guhertinên herî berçav, bikaranîna têgeha “Komara Sûriyê” li şûna “Komara Erebî ya Sûriyê” ji aliyê Şeri ve, li paytexta Tirkiyê Enqerê, ku Qeter jî di daxuyaniyeke fermî de derbara komkujiya Minbicê de, heman peyvê bikar anî.
Dibe ku ev guhertin, hewlek jibo ji nû ve xêzkirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê bi awayekî vekirîtir, piralî û ber bi veqetandina rengê netewperestî ji dewleta Sûriyê ve, ku pêvajoya vegerandina nav qada navdewletî hêsan bike, yan jî dibe ku ew meyleke nû ber bi bihêzkirina nasnameya îslamî ya ku neteweyan derbas dike, nîşan bide, ji ber ku îslam pêkhateyên cuda de di nava xwe de digire.
Gelek dever, di nav de Dîmeşq, dibin şahidê veguhertinên civakî û olî yên berbiçav, ji ber ku hin îmamên mizgeftan bi kesên ku bi axaftinên olî yên tundtir hatine guhertin, ji bilî sepandina hin qanûnên ku danûstendina di navbera jin û mêran de li cihên giştî bi rê ve dibin.
Tevî ku ev rêkar hewldanek ji bo kontrolkirina dîmena olî û civakî nîşan didin, lê ew hin pirsan derdixin hole, ku heya çi astê Şeri dikare nîzîkatiyên olî yên di nav dewletê de kontrol bike û gelo ev reform dê di çarçoveyek nerm de bimînin an jî dibe ku ew veguherînin sînorkirinên tund ên ku dê bandorê li xwezaya civaka Sûrî ya cihêreng di pêşerojê de bike.
Yek ji pirsên ku xwe diyar dikin, ketina endamên malbata Şeri ya di navendên biryardayînê de ye, ku tirsa ji nû ve hilberandina pergala malbatî ya serweriyê li şûna damezrandina sîstemek sazûmanî ya zelaltir zêde dike.
Di heman demê de destpêkek heye ji bo avakirina tevgereke dijberî vê meylê, lê ew hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye, ev tê wê wateyê ku di mehên pêş de dibe ku qada siyasî ya navxweyî dînamîkên nû bibîne.
Diyar e ku Sûriye di qonaxeke veguhêz re derbas dibe, ku hem derfet û hem jî astengiyan bi xwe re tîne. Ku vebûneke dîplomatîk zêde heye, ku dibe alîkar ji bona bi lezkirina ji nû ve avakirinê û kişandina hilberînan, li beramberî wan tirs heye, ku hin reform veguherin ji nû ve çêkirina şêweyên desthilatê yên zordar, bi berdewama girjîna li hin herêman û radeya bandora wê li ser kanîna pêkanîna ewlehiya giştî.
Gelek alî vê pirsê dikin: Ji bo qonaxa bê çi pêwîst e?
Di bersiva vê pirsê de û li gor ezmûna Sûriyê ya bi salan e, divê diyaloga neteweyî bê xurtkirin û ji ber vê yekê divê seroketiya nû daxuyaniyên erênî veguherîne gavên pratîk ji bo tevlêbûna hemû aliyan di pirojeyeke neteweyî ya hevbeş de û bi miqatebûn rêvebirina çaksaziyên civakî, da ku rê li ber nakokiyên hundirîn were girtin, di heman demê de bihêzkirina zelalbûnê di rêveberiyê de, ji bo rê giritina li pêşiya ji nû ve avakirina rejîmên berê û destpêkirina projeyên aborî yên diyar û sûdwergirtina ji vekirinên navdewletî û herêmî jibo dabîn kirina hilberînan û ji nû ve avakirinek rasteqîn.
Xuya ye ku Sûriye li beramberî derfeteke kêm e, daku xwe ji aliyê siyasî û aborî ve ji nû ve ava bike, lê serkeftina vê qonaxê bi kanînên seroketiya nû ve girêdayî ye, ku çiqas bikaribe hevsengiyek di navbera aramî û reformên rastîn de çêbike.
Ger hikûmet bikaribe bi zîrektî qonaxê bi rê ve bibe, dibe ku ev bibe destpêka veguheztinek rastîn a erênî, lê heke ku hesabên teng li ser dîmenê serdest bibin, dibe ku welat xwe li pêşiya çerxeke din a alozî û kirîzan bibîne.
Desteya Rêveber
Rêgeha Sûriyeya Demokratîk
8-02-2025