
Ji xort û keçên Sûriyeya Gewre re
Berî her tiştî, em pîrozbahiya we dikin û dilxweşiya we bi hilweşîna olîgarşiya Esedî û rûxandina wê ya dawî, ku cîhan matmayî kir, li hember pêla gelêrî ya bi şidet û xiyaneta hevalbendên wê, piştî ku serhişkî û zilma xwe domand, demeke dirêj heya ku em hema jê bêhêvî bûn.
Bi vê bûneyê em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re, bi taybetî yên windayan re dixwazin, ku piştî demeke dirêj ji bendewariyê em ê mirina wan bibînin, lê em pîrozbahiyê ji bo kesên ku ji dîlgirtinê rizgar bûne û vegeriyane nava malbatên xwe, piştî binçavkirineke dirêj û îşkenceyên hovane.
Piştî şêst salî, ji zulm, zordestî, cudakarî û paşketina ji rêzên neteweyan, em vedigerin kêliyiya destpêkeke nû, ku em ne binpêkirina li ser mafan, ne gefên azadiyê û ne jî tirsa nêrînên cuda tê de dixwazin, daku em bikaribin xwe ji bo geşepêdanê û pêşketinan amade bikin, her wiha perwerde û berhemanîna di bin serweriya yasayî û hebûna dadmendiya serbixwe de û gel bi awayekî azad bi rêya sindoqên dengdanê, hikûmeta xwe hilbijêre.
Em bi vê yekê tekezî li ser pêwîstiya rawestandina tam û yekser a hemû operasyonên leşkerî li seranserî xaka Sûriyê dikin, ji ber ku berdewamiya tundûtûjiyê dê êşa gelê me zêdetir bike û rê li ber xebatên cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî bigire, ku dê bibe çavkanî ji bo nexşerêya Sûriyê ji bona pêvajoya veguhestinê.
Yekem tişta ku ji aliyê siyasî ve pêdiviya me pê heye, diyaloga di navbera hêzên siyasî û nûnerên civaka sivîl de ye, ji bo hevkariya di danîna binyad û pirensîpên Sûriyeya nû de, daku em bi hev re çerxa pêşketinê ji nû ve bixin rewşa hevsengiyê.
Ev bangewazî jibo hemû hêzên cidî ye, ku li ser wan rêkeftinan bicivin, diyalog û kar bikin, yên ku di qonaxa bê de, dê bibe zadê me. Di vexwendinê de, em cudakariya ti hêz an koma siyasî nakin her wiha dê emê bi awayek piratîk û peywendiya rasterast tekez bikin. Di vê çarçoveyê de em tekezî li ser wê yekê dikin ku pêwîste gelê Sûriyê bi xwe biryarên xwe bide, bêyî ti destwerdana derve.
Ev serkeftin berhema şoreşa azadî, rûmet, mafên mirovan û hemwelatîbûna wekhev e, ya ku di sala 2011’an de ji aliyê welatiyên Sûriyê ên leheng ve hate meşandin, her wiha pêwîste armanca ku we berdêl ji bo wê şehîd, girtî û koçber li ser rûyê erdê pêşkêş kirin, pêk were. Û dê bi keda we armancên wê pêk werin, bi avakirina dewletek ku rêza cihêrengiya xwe ya neteweyî, olî û çandî bigire û wê veguhezîne enerjiyek erênî, ku li şûna parçebûnê bike yek.
Sûriye ji nûve ji were vegeriya ey welatiyên wê, piştî ku ji zilma ku divê em hemû rêyên vegera wê bigirin, ti kesî ne berpirsiyarê dermankirina birînên wê tune ye, her wiha vegerandina ji dîrokê re û avakirina wê bi rihê pêşketin û demokrasiyê û bi mafên mirovan weke nirxên yasayî yên bilind, ku di navbera her kesî de hevseng be be, çi kes an çi pêkhate bin.
Ji mafê gelê Sûriyê ye, ku hemû bi rûxandina zalim û rejîma wî şa bibin… Em jî li ber şahiya wan serî ditewînin, çawa ku me her tim li ber têkoşîna wan serî tewand.
Sekretariya Giştî ya Rêgeha Sûriyeya Demokratîk
8/12/2024