
Rêgeha Sûrî ya Demokratîk, çarçoveyeke niştimanî ya demokratîk a Sûrî ye, ji bo komek ji hêz û kesayetên siyasî yên demokratîk ên Sûriyê ye, ku pêngava yekem a ber bi navokeke rasteqîn ve, ji bo yekîtiya hêz û xebatên kesayetên demokratîk, li ser bingeh û prensîbên zelal (bi hûrbîniyên di kaxez û belgeyên kongireya damezrîner de), ji bo lîstina roleke çalak û bibandor di çareseriya siyasî ya aştiyane de, li gorî biryarên navdewletî yên çareseriya siyasî li Sûriyê, ya herî girîng biryara 2254 e, bi awayekî ku pêkanîna veguhêzeke siyasî ya demokratîk li Sûriyê misoger dike….û riya me ya tekane ji bo wê jî, diyaloga ciddî û avaker e, ji bo afrandina cihên hevbeş di navbera me de, her wiha gihandina rêkeftinên hevbeş û bihêzkirina wan, ku dê me bigihêje karê hevbeş, ji bo pêkanîna Sûriyeya paşerojê ya ku em hemû çaverê ne, Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî, dewleta hemwelatîbûna wekhev… û pêbaweriya me ya sereke li ser bingeha kanîna Sûriyan, parçebûnên xwe derbas bikin, ji ber ku, paşeroja Sûriyê dê ji aliyê Sûriyan bi xwe ve were çêkirin… ji ber vê yekê deriyê Rêgeha Demokratîk ji her kesî re vekirî ye (yan jî vebûyî ye) bê yekdestî an dûrxistin û rêya me ya sereke jî diyalog e.